SerekeSîyasî

Barzanî emekê Fînlandîyayêye nava qewînkirina halê li Îraqê bilind qîmet kirîye

Serokê Partîya Kurdistarnêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî bayloza Fînlandîyayêye nû, ya li Îraqê Anû Sarêla  qebûl kirîye.

Bayloza Fînlandîyayê bi razîbûn derheqa seredana li Kurdistanê  xeber daye û qewînbûna herêmêda daye dîyarkirinê.Alîya fikirên xwe, yên derheqa bûyarên li Îraqê û li herêmê raber kirine, guhdarîya mezin danîne ser pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda.

Barzanîyê serok bona seredanê razîbûna xwe daye dîyarkirinê û razalixî elam  kirîye bona wê yekê,wekî cimeta Fînlandîyayê piştgirî daye Kurdistanê.Ewî usa jî rola hêzên Fînlandîyayê, ya nava şerkarîya dijî têrorîzmê, bilind qîmet kirîye.

Mesûd Barzanî bona bayloza nû açixî xwestine û derheqa girîngîya hevkarîya navneteweyîda, ya bona çareserkirina qewînbûn û pêşkeftina li herêmê daye dîyarkirinê.

Baylozê sirîya xweda rol û cêribandina Mesûd Barzanî û Kurdistanêye li Rojhilata Navîn, bilind qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button