Tiştekî ecêbe wekî neqedandina borcdarîyên wî cûreyî diavêjine ser Ermenîstanê, kîjanê Ermenîstanê hilnedane ser xwe: Koncoryan

Ez her dem digerim û nabînim ku li kîderê nivîsare,wekî nava Ermenîstanêda gerekê welatekî mayîn ewlehkarîya pêwandîya bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda serokê fraksîya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan rûeplê xweyî facebook ê da nivîsîye.
“Tiştekî ecêbe wekî neqedandina borcdarîyên wî cûreyî diavêjine ser Ermenîstanê, kîjanê Ermenîstanê hilnedane ser xwe, dubare jî ecêbe wekî wê yekê ew alî dinivîsin, yên ku hemû xalên elametîya 9 ê mijdarê teribandine.
Hemû rêyên ku nava Ermenstanêra derbaz dibin, bin serbixwetîya Ermenîstanêdanin”,- Hayk Koncoryan nivîsîye.
Pêşda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Ermenîstan bona pêşnîyarkirina dewekarîyên nû, yên girêdayî çareserkirina ewlehkarîya rêva, gotîye ku Yêrêvan naxweze ku sînorxweykirên rûs li wir bisekinin bona ku kontrola sînora û gumrikêye nêytral hebe.







