Adirbêcan hindava Ermenîstanê bingeha dewekarîyên axê û agrêsîyayê çê dike: fonda “Tatoyan”

Ji fonda bi navê “Tatoyan” elam dikin,wekî propaganda azêrîyaye agrêsîv, ya bi mêtodên nû dijî Ermenîstanê didine xebatê. Çend roj pêşda malperên azêrîya derheqa wê yekêda dane dîyarkirinê,wekî temamîya axa Ermenîstanê ya Adirbêcanêye.
“Bi şedetîyên çend mariva û bi gilîkirina serhatîya tê cêribandinê ku Ermenîstanê çawa axa azêrîya raberkin.Dêrên ermenî çawa beşeke çanda azêrîya tê raberkirinê.
Ew perên mezin xerc dikin û bi mecalên cûre-cûre li ber dinîyayê raber dikin,wekî ew yek usaye û wî cûreyî bingeha dewekarîyên hindava axa Ermenîstanê û agrêsîyayê çê dikin. Ev hemû tişt bi piştgirîya desthilatdarîya Adirbêcanê tê kirinê.
Aşîtîhizîya Adirbêcanê ya rast nîne, ew bona dinîya der perdeye û armanca wê ewe, ku em hişyar nîbin. Gefxwerinên Adirbêcanêye eşkere, fînansên mezin ku tên xerckirinê û hesabhilnedana sîyasetê berbi encamên tunekirinê dibin.
Li ber çevaye wekî desthilatdarîya Adirbêcanê wê bi “Xaçerêya aşîtîyê” neçe. Armanca wan ewe, ku li ser wê rê Ermenîstan tunebe”,- nava elametîya fondêda hatîye gotinê.








