Meriv tê ser wê fikirê,wekî elametîyên ku ji Bekûyê tên bihîstinê, dikarin pêvajoya aşîtîyê bi zanebûn bikine nava hesarê:Paşînyan

Meriv tê ser wê fikirê,wekî elametîyên ku ji Bekûyê tên bihîstinê, dikarin pêvajoya aşîtîyê bi zanebûn bikine nava hesarê, lê nava vî halîda jî Ermenîstan naxweze stratêcîya xwe biguhêre.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna partîya “Peymana sîvîl”, gotîye.
“Meriv tê ser wê fikirê,wekî elametîyên ku ji Bekûyê tên bihîstinê, dikarin bi armancên cuda-cuda, pêvajoya aşîtîyê bi zanebûn bikine nava hesarê. Nava vê şirovekirinêda jî ez difikirim,wekî em gerekê stratêcîya xwe neguhêrin. Stratêjîya me ewe ku li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayê em serbixwetîya Ermenîstanê, yekîtîya axa wê îzbatkin, çimkî femdarîya civaka navneteweyî wî cûreyîye”,- serokwezîr gotîye.
Bi gotina Paşînyan, heger zelalbe,wekî Adirbêcan bi ssênara here xirab pêşda diçe, ev stratêjîya alîyê ermenî gerekê neyê guhartinê, stratêjîya Ermenîstanê gerekê li ser bingeha lêgîtîmîyê bisekine.







