
Li Bryûsêlê civîna şêwira wezîrên karên der, ya Yekîtîya Avropayê ser hevda hat, wextê kîjanê nava cêrga gelek pirsada usa jî pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatine gotûbêjkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, dawîya civînê wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pêwandîyên der Jozêp Borêl gotîye, wekî dewletên Yekîtîya Avropayê wê fikirêra qayîlin, ku Adirbêcan paşda vegere nava hevraxeberdanên tevî Ermenîstanê, yên bona aşîtîyê û normalkirina pêwandîya.
“Dewekarîyên Elîyêvê serok, yên van axirîya xemgînîyê pêşda tînin. Her teribandineke yekîtîya axa Ermenîstanê wê tiştê qebûlkirinê nîbe û wê encamên xirab bona pêwandîyên meye tevî Adirbêcanê bide”,- Jozêp Borêl gotîye.







