H’emû nûçeSereke
Kincên bona hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî wê gorî normên NATO ê hesab hildin: wezîreta parastinê

Kincên bona leşkerên ermenî wê gorî normên NATO ê bin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta parastinê elamî Sputnik Armenia ê kirine.
Sala derbazbûyî wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan elam kiribû,wekî pêvajoya guhartina kincên leşkerî hatîye pêşdakişandinê û tevî hevkarên navneteweyî xebat tên mîyaserkirinê.
“Nava bijartina kincên nûda, wezîreta Ermenîstanêye parastinê lêkolîna dike û normên NATO ê tên hesabhildanê. Meselên kincên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê, Yûnanistanê, Çêxîyayê hatine lêkolînkirinê”,-ji wezîretê gotine.
Piştî qebûlkirina kincên nû, wezîreta parastinê wê bi înîsîyatîva qanûnî pêşda bê, gorî kîjanê frotana nimûna kinca wê bê qedexekirinê.







