H’emû nûçeSereke

27 û 28 ê meha çile li 50 bajarên 14 welatên Avropayê wê merasîmên boy Arsaxê bêne pêkanînê

Heja hemavropî, ya bi navê “Avropî boy Arsaxê”, wê cêrge merasîma 27 û 28 ê meha çile li 50 bajarên 14 welatên Avropayê bide teşkîlkirinê.

Merasîmên wî cûreyî li Aûstrîyayê, Bêlçîkayê, Bilgarîyayê,  Qibrisê, Çêxîyayyê, Fransîyayê, Almanîyayê, Yûnanistanê, Rûmînîyayê, Îspanîyayê, Swêdê, Swîsrê, Nîdêrlanda û Brîtanîya Mezin têra hatine dîtinê.

Welatîyên wan dewleta wê bibin yek û wê merasîmên cûre-cûre teşkîlkin, bi kîjdana ewê bangî serokatîyên welatên xwe û Yekîtîya Avropayê bikin:

1.Sîyaseta Adirbêcanêye komkuj, ya hindava binelîyên Qerebaxêye ermenî şermezar bikin.

2. Sanksîyayên hedefkirî pêşda bikişînin, yên dijî serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî, ya ku beşdarî dorgirtina korîdora Laçînê, teribandinên agirbestê, êrîşa 19 ê îlonê û paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê bûye.

3.Hemû mecala bidine xebatê ku Adirbêcanê mecbûrkin bona ku ew dîlên ermenî aza berdin, yên  ku ji 27 ê îlona sala 2020 î da hetanî niha hatine girtinê.

4.Piştgirîyê bidine îzbatbûna garantîyayên navneteweyî ku binelîyên Qerebaxêye ermenî paşda vegerine welatê xwe, usa jî statûsa xweserkarîkirinê, ya ji alîyê civaka navneteweyîda garantîyakirî bidine Qerebaxê.

5. Li ser Adirbêcanê hukumkin, ku ew ji agrêsîya hindava Komara Ermenîstanê dûr bimîne.

6.Piştgirîya anegor bidine Ermenîstanê bona ku hewcetîyên binelîyên Qerebaxêye ku hatine Ermenîstanê, bêne serkarîkirinê.

Platforma hemavropî ya bi navê “ Avropî ji boy Arsaxê” heje, dikevine nava kîjanê organên nûnertîyên  dîyaspora ermenîye ji 15 welatên Yekîtîya Avropayê. Armanca vê platform ewe ku welatîya bona piştgirîya Qerebaxê mobîlîzasîya bikin ku mafên binelîyên Qerebaxêye ermenî bêne parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button