H’emû nûçeSereke

Heger kesek mafê heyîna artêşa me dike bin şikberîyê, wî çaxî ew mafê heyîna me dike bin şikberîyê: serokwezîr

Werguhastina nava artêşêda, heyîna artêşa qewat û şerkar mafê her welatekî serbixweye û emê bi wê rê pêşda herin.

Gorî înformasîya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê 32 salîya artêşa Ermenîstanê, gotîye.

“Artêşa qewat û şerkar faktoreke çareserkirina yekîtîya axa Ermenîstana serbixweye. Ew ne tenê faktora tek-tenêye, lê ez dikarim dîsa faktorên mayîn bidime dîyarkirinê: pêwandîyên der û lêgîtîmîya sîyaseta ji alîyê mafê navneteweyîda”,- Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî sînorên Ermenîstana Sovyêtê ji alîyê civaka navneteweyîda hatine naskirinê.

“Heger kesek mafê me dike bin şikberîyê, wî çaxî mafê heyîna me jî dikeve bin şikberîyê. Heger usa dibe, wî çaxî em hemû mecala didine xebatê ku xwe, serbixwetîya xwe û yekîtîya axa xwe biparêzin”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button