SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê tu cara nebûye metirsî li ser tu alîyekî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Herêma Kurdistanê tu carî nebûye metirsî li ser tu aliyekî, belkû hertim bûye faktora asayîş û aramîya Îraqê û navçeyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li konfêransa nûneratîyên Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir û tê de red kir ku Herêma Kurdistanê ji bo tu alîyekî bûbe metirsî û got: “Me her tim destê dostanîyê dirêjî hemû welatên herêmê û civaka navdewletî bi giştî kiriye”.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, “Pêwîst e berjewendîya me ya hevbeş li gel welatên herêmê û cîhanê li ber çav bê girtin û bên parastin û rêz li serwêrîya Herêma Kurdistanê û Îraqê bê girtin û neyê binpêkirin”.

Li gor serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelîyên wê bi welatên cînar û civaka navdewletî bi giştî re hebin. Armanca me ew e ku li ser bingehê berjewendîyên hevbeş û rêzgirtina li hevdu, peywendiyên me yên derve û navdewletî pêş bixin û bihêztir bikin”.

Amaje bi wê jî kir, “Hukumeta Herêma Kurdistanê îzbat kirîye ku hevpareke girîng û aktîv ya civaka navdewletî ye û di gelek waran de cîhê balkêşîya cîhanê ye, bi taybetî ku herêma me herêmeke aram û navenda pêkvejîyana aştîyane ya pêkhateyên cuda ye”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Hukumeta Herêma Kurdistanê di dema derbazbûyî de rû bi rûyê çendîn kirîzên sîyasî, ewlehî, aborî û darayî bûye û dijminan jî hewl dane ku pirsgirêk û astengiîyan ji bo pêşkeftin, geşbûn û aramîya Kurdistanê çê bikin. Lê bi piştevanîya xweda û berxwedana gelê Kurdistanê û pêşmergeyên me yên qehreman, em ê hemû astengan derbas bikin, ji ber ku îradeya gelê me ji her komployekê bihêztir e. Lewma di bin tu zextan de em dest ji mafên xwe bernadin”.

Bi amadebûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,  konferansa nûneretîyên hukumeta Herêma Kurdistanê li welatên derve, li Hewlêrê dest pê kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button