“Civaka navneteweyî gerekê zelal bersiva gavên teribandina aşîtîyê bide” : serokê parlamêntê

“Ne tenê Çêxîya, lê hemû hevkarên navneteweyî gerekê nava pirsa aşîtîya li hermê hukum bikin”: serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê prêss-konfêransa tevî seroka parlamênta Çêxîyayê Markêta Pêkarova Adamovayê gotîye.
Bi gotina wî, Ermenîstan çendik-çend cara bona îzbatbûna aşîtîya li herêmê pêşda hatîye: “Feqet welatê meyî cînar ewqas jî berbiçev nîne û civaka navneteweyî gerekê zelal bersiva wan hemû gava bide, yên ku bona teribandina aşîtîyê tên avîtinê”,- ewî gotîye.
Sîmonyan daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan gelek cara ji hevdîtina xwe dûrxistîye.
Markêta Pêkarova Adamovayê jî gotîye,wekî armanca Çêxîyayê ewe ku welatên edil û pêşkeftî hebin.Ewê daye dîyarkirinê, wekî çarçoveya here baş ewe ku nava dereca navneteweyîda piştgirîyê bidine welata.







