Par bazirganîya Ermenîstanêye der gihîşte 20 mîlyard 723,2 mîlyon dolarî

Sala 2023 a tucaretîya Ermenîstanêye bazirganîyêye der gihîşte 20 mîlyard 723,2 mîlyon dolarî û li gorî sala borî bi 46 selefî zêde bûye.
Li gorî “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda komîtêya statîstîkîyê elam kirîye.
Kanûna pêşinda, ew sala 2022 a bi 72 selefî bilind bûye û ji mijdara sala 2023 a jî bi 17,7 selefî zêde bûye.
Li gorî sala 2022 a deranîn bi 55,3 selefî zêde bû û gihîşte 8,415 mîlyard dolarî.Meha kanûnê de nîşaneya heman meha sala borî bi 2,4 cara derbaz bû û li gorî mijdara sala 2023 a bi 27 selefî zêde bû.
Sala 2023 a anîna eşîyaye li Ermenîstanê gihîştîye 12,308 mîlyard dolarî û li gor sala borî bi 40,2 selefî zêde bûye.Li gorî kanûna sala 2022 a bi 33,2 selefî zêde bûye, lê mijdara sala 2023 a da jî 9,2 selef bûye.







