H’emû nûçeSereke

Yekbûn ji bo  ermenîyên Arsaxê: li 50 bajarên Avropayê civîn û çalakîyên cûre-cûre hatine derbazkirin

Ji 50 yî zêdetir bajarên Avropayê ji 28-29 meha çile , heja bi navê “Avropî boy Arsaxê” civakên ermenî yên welatên cuda yên avropî, û her weha kesayetên avropî û pêkhateyên avropî yên ku piştgirî didin ermenîyên Arsaxê kirin yek. Armanca sereke ya çalakî û çalaktyên cûre-cûre yên ku di bin dirûşma “Têkoşîn gerekê bidome” hatin lidarxistin, şermezarkirina polîtîkaya qirkirina etnîkî û qirkirinê ya Adirbêcanê, daxwaza serbestberdana hemû girtîyên li Adirbêcanê û sepandina cezayên li dijî rayedarên Adirbaycanê bû. Bi çalakîyên 2 rojan bi sedan sazîyan careke din biryardarîya xwe ya ji bo gîhandina qonaxeke nû ya têkoşîna ji bo mafên ermenîyên Arsaxê piştrast kirin.

Li gorî nûçevanê “Armênprêss”ê li Bryûsêlê, nûnerên civakên ermenî û sîyasetmedarên Fransîyayê li 16 bajarên Fransîyayê bi heman daxwazê ​​li hev civiyan. Çalakîyên li Parîzê, Alforvîlê, Arnovîlê, Nîsê, Îsî lo Mûlînoyê, Valansê û bajarên din hatin lidarxistin. Li civîna li Nîsê  kesayeta muxalîf yê tirk Pinar Sêlêk jî beşdar bû û piştgirîya xwe ya ji bo ermenyên Arsaxê anî ziman û dîyar kir ku ew amade ye ji bo Ermenîstanê şer bike, ji ber ku dinya deyndarê Ermenîstanê ye. “Bi parastina Ermenîstanê em ê edalet, rûmet û aştîyê jî biparêzin”,- Sêlêk gotîye.

Li paytexta Swêd Stokholmê bi beşdara çalakîyeke hunerî ya ji bo Qerebaxê lidarxistin. Li qadên navendî yên Sotêrtêlo û Wêstêrosê bi beşdarîya him ermenîyên herêmê û hîm jî swêdîyan kombûn hatin lidarxistin.

Li paytexta Aûstryayê Vîyênayê jî ji bo parastina mafên ermenîyên Arsaxê civînek hat lidarxistin.

Li paytexta Brîtanya Mezin Londonê jî  çalakîyên cûre-cûre hatine organîzekirin û ji bo parastina mafên ermenîyên Arsaxê daxuyanîyek hat dayîn.

Li Kyolnê, Hambûrgê û Brêmênê jî cîwanên ermenî civînek li dar xistin û hazirîya xwe ya ji bo piştgirîya ermenîyên arsaxî anîn ziman.

Civîna tevgerê li Bryûsêlê li dêra Şandîyan ya ermenîyan pêk hat û sîyasetmedar, akadêmîkos û nûnerên gelek qadên din yên Bêlçîkayê amade bûn.

Kesên ku li bajarên Almêlo û Arnhêmê yên Holandayê kom bûn jî piştgirî dan ermenîyên Arsaxê û rola girîng ya dîasporaya ermenîyan di vê dema dijwar de piştrast kirin.

Di civînên li Atînayê, Kavalayê, Salanîkê, Pîrêa û Sêrêsê kesên ku beşdar bûn û piştgirîya xwe ya ji bo parastina mafên ermenîyên Arsaxê anîn ziman.

Li bajarên Bilgarîyayêyî Varnayê, Rûsê, Plovdîvê, Sofyayê, Xaskovoyê, Şûmênê, ermenîyên bilgar beşdarî çalakîyên bi armanca têkoşîna mafên ermenîyên Arsaxê yên li dêrên ermenîyên herêmê bûn, bûn.

Ermenîyên Qibrisê jî li bajarên Lêfkosîa û Lîmasolê dengê xwe anîn ziman. Li van bajaran sîyasetmedarên Qibrisî jî li kêleka ermenîyên herêmê bûn.

Beşdarên çalakîyên li bajarên Rûmînyayê Îasî û Kostanta hatin lidarxistin, bal kişandin ser daxwaza serbestberdana girtîyên şer û girtîyên bi qaçaxî li Bekûyê.

Li Gurcistanê jî civînên piştgirîyê hatin lidarxistin. Di civîna ku li ber nûnertîya Yekîtîya Avropayê ya li Tîbîlîsê hat lidarxistin, xwendekaran nameya ku ji nûnerê Yekîtîya Avropayê re hatibû şandin, xwendin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button