
1 ê sibata sala 2004 a ku 20 sal di ser re derbas dibin, du kesan merasîmên cejinê yên li Şaxa 2yê ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîkyê û malbenda 3yê ya Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêyê yên li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.
Di herdu teqînan de 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.
Di salvegera 20 emîn ya komkujîyê de, li parka Samî Ebdulrehmana Hewlêrê li ber “Bîrgeha Şehîdên 1 ê sibatê” merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nûnerê serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, berpirsên hukumet û partîyan û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
Li ser navê Partîya Dêmokata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) çeleng danîn ber bîrgeha şehîdan.







