H’emû nûçeSereke

Medê Adirbêcanê roj bi roj vedibe

Li Adirbêcanê birîyar kirine ku bi kanên Ermenîstanêva mijûlbin û hemû tiştî bikin,wekî zîyanê  bidine wî çiqlê êkonomîka Ermenîstanê.

Li Adirbêcanê niha xerîta kanên nava çîyayê Ermenîstanêda amade dikin. Ewê bide kifşê, ku li Ermenîstanê, li kîderê rêsûrsên kardar hene.Derheqa wê yekêda yekîtîya civakî, ya xerîtekêşê Adirbêcanê elam kirîye.Nava wê xerîtêda temamîya axa Ermenîstanê hatîye dîyarkirinê, lê ne tenê ew cîhên kanên wê, yên ku nêzîkî sînorên Adirbêcanêne.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew xerîte wê piştî çar meha amadebe.Ewê bi navên azêrî  bên raberkirinê û  ewê bi zimanên înglîzî, ermenî û azêrîbe. Gelo bona çi Bekûyê vê carê usa birîyar kirîye, çetin nîne meriv bê ser wê fikirê, wekî Adirbêcanê birîyar kirîye giva derheqa halê êkolocîya li temamîya Qafqasîya Başûr raberî dinîyayê bike. Ew dixwezin bêjin, giva ew kanên Ermenîstanê êkolocîya dor-bera qirêj dikin.Pêşda wana derheqa kanên li Qerebaxê digot, niha jî birîyar kirine kanên Ermenîstanê bidine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button