H’emû nûçeSereke
Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê girêdayî hilbijartinên Adirbêcanêra xemgînîya xwe elam kirîye

Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê derheqa encamên hilbijartinên li Adirbêcanê elametî belav kirîye, kîjanêda derheqa heqîtîya dengdayînêda xemgînîya xwe daye kifşê. Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê li ser înformasîya ajansa Reuters ê ragîhandîye.
Nava elametîyêda hatîye gotinê,wekî wextê hilbijartina garantîyayên dijî dengdayîna pircûre tunebûne.
“Vê yekê pirs pêşda anî, ku gelo byûlêtên hatine hesabkirinê û gelo ew encam yên heq bûne, yan na”,-raportêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê,wekî amadekirina hilbijartina ya profêsîyonal bûye, lê fikira pircûre tunebûye û dengê rexnekira hatîye fetisandinê.







