H’emû nûçeSereke
Wextê serkarîkirina Paşînyan deynê dewletê bi 1,7 cara zêde bûye

Deynê dewleta Ermenîstanê nava salekêda bi 11,3 selefîva zêde bûye û dawîya sala 2023 a gihîştîye 11,8 mîlyard dolarî.
Li gorî melûmetîyên komîtêya sosîyolocî, sala derbazbûyî deynê hundur bi têmpên lez zêde bûye, ne ku deynê der.
Deynê hundur bi 27,5 selefîva zêde bûye û gihîştîy 5,3 mîlyard dolarî, lê deynê der nava 12 mehada bi 0,8 selefîva zêde bûye û giîhîştîye 6,5 mîlyard dolarî.Dêmek sala 2023 a, dewletê ji welatîyên xwe zêdetir deyn hildaye.







