H’emû nûçeSereke
Ermenîstan ji Adirbêcanê pêşnîyarên derheqa peymana aşîtîyêda stendine

Ermenîstanê ji Adirbêcanê pêşnîyarên bi sirê derheqa peymana aşîtîyêda stendine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî wextê qisa tevî rojnamevana, derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.
“Çawa bersiva pêşnîyarên me, yên 4 ê çileyê, Adirbêcanê niha jî cûrê xwe şandîye û em xebatê berdwam dikin”,- Grîgoryan gotîye.
Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî nava pêşnîyarên Adirbêcanêda dîsa hinek paşkeftin mane, derheqa kîjanada wezîrê Ermenîstanêyî karên der pêşda xeberdaye.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 10 ê meha çile gotibû,wekî nava pêşnîyarên Adirbêcanêye derheqa peymana aşîtîyêda hinek paşkeftin heye.







