
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo roja zimanê dayîkê ya Cîhanî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngîya parastina kurdî û da zanîn ku divê zimanên neteweyên din yên li Herêma Kurdistanê jî bên parastin û bipêşxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Divê her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive û pê de çû:
“Em balê dikişînin ser ku divê li Kurdistanê pirrenginîya zimanî û çandî bê dewlemendkirin û herwiha divê li her devera cîhanê mafê perwerde û xwendina bi zimanê dayîkê hebe”.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe kedkarên zimanê Kurdî bi bîr anîn û got:
“Em hemû kesên ku ji Kurdî û zimanên din yên dayîkê re xizmet kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Barzanî destnîşan kir ku zimanê dayîkê hîmê parastina nasnameyê ye.







