Fransîyayê 22 ê sibatê komeke çekên parastinê radestî Ermenîstanê bike: Le Figaro

Fransîyayê 22 ê sibatê komeke çekên parastinê radestî Ermenîstanê bike
Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, derheqa wê yekêda Le Figaro ê elam kirîye.
Nav çekan de 3 radarên Thalès Ground Master (GM 200) hene, ku di 250 kîlomêtran de firokeyên dijmin bên tespîtkirin, her weha cîhazên dîtina şevê û dûrbîn hene.
Tê gotin ku di peymana ku di navbera alîyan de ji bo hevkarîya di warê parastinê de hatîye îmzekirin, tê gotin ku artêşa Fransîyayê wê îsal 3 dewreyên perwerdeya şerê çîyayî ji bo Ermeniyan organîze bike.
Ermenîstan û Fransîyayê 23 ê cotmeha sala 2023 da di çarçoveya zîyareta wezîrê parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan ya Fransîyayê da peymanên hevkarîya parastinê îmze kiribûn.
Wezîrê Fransîyayêyî parastinê Sêbastîan Lêkornyû di hevpeyvîna xwe ya bi radyoya RTL re ragîhand ku ew ê di demeke nêz de serdana Ermenîstanê bike.
Ji alîyê xwe ve, ajansa AFP ragîhand ku wezîrê Fransîyayêyî parastinê 22 ê sibatê bi serdana du roja li Ermenîstanê biqeside.







