H’emû nûçeSereke
Rûsîya ji Yekîtîya Avropayê bahê mîlyona yûro eşîyayên bin sanksîyada distîne:Bloomberg

Nava neh mehên sala 2023 a da Rûsîyayê ji Yekîtîya Avropayê eşîyayên usa stendine, yên ku bin sanksîyadanin û kîjan dikaribûn bi meremên leşkerî bidana xebatê.Ew eşîya bahê 450 mîlyon yûroyîne. Yek çaranîya wî eşîyayî ji welatên avropî hatîye stendinê. Derheqa wê yekêda Bloomberg ê nivîsîye. Miqalêda nehatîye dîyarkirinê, ku konkrêt derheqa kîjan eşîyada xeberdan diçe. Piştî destpêbûna şerê tevî Ûkraînayê di navbera Rûsîyayê û Yekîtîya Avropayêda kirîn-frotan kêm bûye.







