Hukumatê begemî daye peymana hevkarîya leşkerî-têknîkî ya di navbera Ermenîstanê û Yûnanistanê

Hukumatê di rûniştina xwe de begemî daye peymana “Li ser hevkarîya leşkerî-têknîkî ya di navbera hukumatên Ermenîstanê û Yûnanistanê” da.
Biryarê de tê gotin ku ev peyman 14 ê kanûna pêşin ya sala 2023 a de li Atînayê ji alîyê wezîrê Yûnanistanêyî parastinê Nîkolas Dêndîas û wezîrê Komara Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan da hatîye îmzekirin.
Xalên peymanê rêgezên hevkarîyê di navbera alîyan de dîyar dikin, bi taybetî pêşvebirina lêkolîn, pêşxistin û hilberîna têknolojîyên nû û hilberên leşkerî ji bo bihêzkirina şîyanên berevanîyê, li gorî qanûnên neteweyî yên alîyan.
Di peymanê de qadên hevkarîyê yên girîng yên wekî veguhestina têknolojîyê û piştgirîya têknîkî ji bo hilberîna çek, cebilxane û teqemenîyan, pevguhertina agahî û ezmûnan di warê hilberîna cebilxaneyê de, lêkolînên di warê eşîyayê leşkerî û deranîna wan de, avakirina hevpar pêk tê, rêxistinên ji bo deranîna wan û her weha qadên din bi lihevkirina hevpar.
Ji bo cî bi cîkirina peymanê û hêsankirina hevkarîyê, tê plankirin ku komîsyona ermenîya-yûnana bê avakirin, ku divê peymanê binirxîne, ji bo pêşdabirina hevkarîyê raber bike û bernameya xebata wê pesend bike.







