Civaka navneteweyî gerekê sanksîya hindava cabdarên tunekirina mîrata ermenîyên Qerebaxêye dîrokî-çandî bide xebatê:Con Înyarîtû

Parlamêntvanê îspanî Con Înyarîtû difikire,wekî civaka navneteweyî gerekê sanksîya hindava cabdarên tunekirina mîrata ermenîyên Qerebaxêye dîrokî-çandî bide xebatê.
“Bi texmîn eva ew xete, ya ku ji alîyê parlamênta Avropayêda tê pêşnîyarkirinê.Nava vê pirsêda ez ewqasî jî optîmîst nînim, bi hesabhildana wê yekê wekî rêjîma Elîyêv ji sala 2020 î hetanî sala 2023 a li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî mîyaser kirîye, lê sankîsya nehatine qebûlkirinê”,- parlamêntvanê îspanî gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî civaka navneteweyî gerekê nêzîkbûna piralî hindava Adirbêcanê bide kifşê û cedandinên cûre-cûre bide xebatê.
Bi fikira Con Înyarîtû, kirinên alîyê ermenî jî hene û pêwîste ku hemû dikên navneteweyî bêne xebitandinê, yên mînanî YÛNÊSKO ê û mehkema navneteweyî.







