H’emû nûçeSereke

Tecrûbeya nobedarên sînor yên Ermenîstanê heye ku bêyî piştgirîya Fêdêrasyona Rûsyayê çavdêrîyê li “Zvartnos” ê bikin: serokwezîr

Leşkerên nobedarên sînor yên Komara Ermenîstanê ji hêzên nobedarên sînor yên Fêdêrasyona Rûsyayê re ragihandin ku sêrvîs bi têra xwe jêhatîbûn û şîyanên xwe bi dest xistîye ku bêyî piştgirîya alîyên rûsî çavdêrîyê li firegeha navneteweyî ya “Zvartnos” ê bike. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan li civîna çapemenîyê de gotîye.

Serokwezîr dîyar kir ku hêzên parastina sînor yên Komara Ermenîstanê bi nameyê berbirî  hêzên parastina sînor yên Fêdêrasyona Rûsyayê yên li Komara Ermenîstanê bûne, spasîya xwe ji bo piştgirî û xizmeta ku ji serxwebûna Ermenîstanê ve li firegeha navdewletî ya “Zvartnos” ê hatîye dayîn, ji bo piştgirî û xizmeta ku di kontrola sînor de tê dayîn, kir.

 “Sêrvîsa sînor ya Komara Ermenîstanê jî da zanîn ku sêrvîsê ji niha ve tecrûbe, jêhatîbûn û şîyanên têra xwe bi dest xistîye da ku li firegeha navdewletî ya “Zvartnos” ê bêyî piştgirîya rûsa kontrol bike. Naveroka tevahîya nameyê ev e”,-serokwezîr encam da.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button