H’emû nûçeSereke
Li firegeha “Zvartnos”ê ji 1 ê tebaxê wê hêzên Ermenîstanê dest bi xizmetê bikin: Paşînyan

Li firegeha “Zavrtnos”ê ji 1 ê tebaxê wê hêzên Ermenîstanê dest bi xizmetê bikin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îro li civîna çapemenîyêda ragihand.
“Me agahdar kir ku me biryareke wiha qebûl kirîye û heger ez ne şaşim, dema dawî 1 ê tebaxa sala 2024 a ne”.
Hêjayî bîrxistinê ye ku sekreterê çapemenîyê yê serokkomarê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov ji rojnamevanan re got, wekî Rûsyayê ji Ermenîstanê agahdarî li ser rawestandina karê nobedarên sînor yên rûsî li firegeha “Zavrtnos”ê stendine. “Bi rastî jî nameya wezîretê ya li ser vî hesabî ji wezîretan re jî hatîye, niha têkilî tên kirin. Ez niha nikarim zêdetir bêjim”,-Peskov gotîye.







