
Di destpêka hevdîtinê de, serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand li ser serdana şanda bilind ya bi serokatîya serokwezîr bo Amêrîkayê û hevdîtinên wê yên li Waşîngtonê li gel berpirsên payebilind yên koşika Sipî, wezîreta darayî , berevanî, xezîne û Kongrêsê ji 26 ê sibatê û heta 5 ê adara sala 2024 a.
Serokwezîr dîyar kir, di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Amêrîkayê, guftûgo li ser pêşdabirina peywendîyên dualî yên dostane û taybet û giringîya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta fêdêral de, dabînkirina maf û şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, parastina qewareya destûrî û fêdêralî ya Herêma Kurdistanê, mafên pêkhateyên herêmê û avakirina encûmana fêdêral.
Piştra wezîrê kar û barên pêşmerge Şoriş Îsmaîl jî amaje bi wê kir, ew seredan gelek serkeftî bû û şanda ji alîyê berpirsên pilebilind yên Amêrîkayê ve rastî girîngîyeke mezin hat û tekezî li ser berdewamîya piştevanîya Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Xala duyem jî ji pêşkêşkirina yekemîn raporta desteya destpakîyê ya Herêma Kurdistanê ya derbarê nirxandina asta cî bi cîkirina stratêjîya niştîmanî ya rû bi rûbûna gendelîyê li Herêma Kurdistanê bû ku berê di îlona sala 2021 ê de ji hêla encûmana wezîran ve hatibû pejirandin.Kurteya raporê ji alîyê serokê komîsyona gendelîyê Ahmed Enwer ve hat pêşkêşkirin. Di raporê de çendîn rasperde û pêşnîyarên sazîyên fermî di çarçoveya stratejîyê de cîh girtine, ji wan jî hişyarkirina li dijî gendelîyê, pêşxistina çavdêrîya navxweyî, guhertina çend yasa û rênimayan, avakirina şîyan û perwerdekirina karmendan.
Encûmana wezîran ji bilî destxweşîyê li pêş pêşkirina raportê, helwesta xwe ji bo berdewamkirina tedbîrên ji bo şefafîyet, berpirsîyarî û rû bi rûbûna li dijî gendelîîyê dupat kir û di heman demê de wezîret û alîyên peywendîdar raspardin ku şopdarê cî bi cîkirina pêşnîyaran bin.
Piştra wezîrê darayî û aborî Awat Şêx Cenab pêngav û tedbîrên dawî yên wezareta der û aborî û wezîret û alîyên pêwendîdar yên hökömeta Herêma Kurdistanê derbarê mûçeyên karmendan li ser rewşa dawî û guhertinên dawî pêşkêş kir.
Wezîrê darayî û aborî eşkere kir, wezîreta wan ji wezîreta darayî ya hukumeta fêdêral daxwaz kirîye ku bê cudahî mûçeyên hökömeta Herêma Kurdistanê bi qasî (949, 813, 146, 170) mîlyar dînar ji bo meha sibatê ya sala 2024 a bê dayîn.
Lê wezîreta darayî ya hukumeta fêdêral tenê 569 mîlyard û 219 mîlyon dînar terxan kirîye, ku ew jî ten 59 selefê mûçeyê giştî ye, ku kêmasîyê di dayîna mûçeyên meha sibatê de çêdike.
Wezîrê darayî û aborî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya (hejmara min) demeke dirêj e dest bi proseya (tewtîn) bi çavdêrîya banka navendî ya Îraqê proseya darayî kirîye.
Encûmana wezîran ji ber van tedbîran destxweşî li wezîreta darayî û aborî û şanda danûstandinên bûdcêyê kir. Di heman demê de encûmana wezîran tekezî li ser wê yekê kir ku nabe yek ji wan tedbîrên wezîreta darayî ya hukumeta fêdêral, bibe cihê bêparkirina karmandên Herêmê ji mûçeyên xwe ku ji mafên wan yn darayî ye û divê weke karmendên mûçeyên navçeyên din yên Îraqê serederî bi wan re bê kirin. Ji ber wê jî em tekez li ser wê yekê dikin ku mûçeyê hemû karmendên Herêma Kurdistanê bê dayîn û karmendên Herêma Kurdistanê ji maf û şayîsteyên xwe yên darayî bêpar nemînin. Ji ber ku ev mafê destûrî û yasayî yê karmendên herêmê ye û nabe bi tu nakokîyek di navbera her du hökömetan de bê tevlihevkirin û astengî li pêşîya xerckirina wan bên danîn.
Encûmena wezîran herwiha tekez kir, tö astengî li pêş girêdana bi pirojeya (hejmara min) nîne, ku pirojeya bankî ya girîng û pêşkeftî ye û dişibe proseya (tewtin) û bihayê wê kêmtir e û xizmetguzarîyên wê jî baştir e. Ji ber wê jî divê karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe bi rêya wezîreta darayî û (hejmara min) werbigirin û ji gelek xizmetguzarî û qerzên bankî sûd werbigirin. Proje jî berdewam e û biryar e di dawîya îsal de hemû karmendên mûçegir yên Herêmê hesab ji wan re bêne vekirin.
Encûmana wezîran tekez kir, çawa ku karmendên îraqî di bijartin û destnîşankirina bankan de ji bo vekirina hesabên xwe azad in, bi heman awayî divê karmendên Herêma Kurdistanê jî bi serbestî hesabên xwe li her bankekê vekin. Niha pênc bank di wê projeyê de beşdar in û çend bankên din jî dê di demeke nêzîk de beşdarî wê projeyê bibin.







