Daxwaza byûcêya sala 2025 a ya rêveberîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî 45 mîlyon dolar ji bo Ermenîstanê di bin hesabê “Alîkarîya Avropa, Avrasyayê û Asya Navîn” de, her weha 6 mîlyon dolar ji bo têkoşîna dijî narkotîkê ya navneteweyî û bicîhanîna qanûnê û 700,000 dolar ji bo perwerde û perwerdehîya leşkerî ya navneteweyî pêşnîyar dike. Ev yek ji alîyê miclîsa ermenîyan ya Amêrîkayê hat ragihandin.
Wek ku salên 2023 a û 2024 a, rêveberîyê nêzîkî 10 mîlyon dolar alîkarî pêşnîyarî Adirbêcanê kir, guh neda nîyeta gênosîdê ya rêjîma Elîyêv û hovîtîyên ku li dijî gelê ermenî yên li Arsaxê û Ermenîstana serdest pêk anî.
“Em ji ber kiryarên bi vî rengî yên têrker yên ji bo pêşîgirtina qirkirina li Qerebaxê û çareserkirina pirsgirêkê bêhêvî ne û bi fikar in”,- hevserokên miclîsê Êntonî Barsamyan û Van Grîgoryan gotine.
Hevserokan destnîşan kirin ku “Amêrîka nikare bi awayekî bijarte piştgirîyê bide dêmokrasîyê li herêmê, nemaze ku ermenî bi êrîşên rêjîmên avtorîtar ra rû bi rû dimînin, û her weha ji holê rakirina hebûna wan ya bi sedsalan e”. “Em bang li rêveberîyê dikin ku ji bo dêmokrasîya di bin xetereyê de bêtir alîkarîyê bike”.