Komîtêya Konsêya Avropayêye wezîra li ser bûyera kuştina serbazê ermenî Gûrgên Margaryan ji alîyê Safarov ve hat nirxandin

Komîtêya Konsêya Avropayêye wezîra ji bo şopandina cî bi cîkirina biryarên dadgeha mafên mirovan ya Avropayê di navbera 12-14 ê adarê li Strasbûrgê civîna xwe ya sê mehane li dar xist. Derheqa wê yekêda sêrvîsa çapemenîyê ya Konsêya Avropayê ragîhandîye.
Doz bi hev ve girêdayî bûye Ermenîstan, Adirbêcan, Bilgarîya, Xorvatîya, Qibris, Çêxîya, Fînlandîya, Fransîya, Gurcistan, Rûsîya, Tirkîya, Ûkraîna û hejmareke dewletên dinva.
Komîsîyonê lîsteya dozan pejirand (tevlî yên têkildarî Ermenîstan û Adirbêcanê), ku dê di rûniştina pêş de ji 11 a heta 13 e hezîrana sala 2024 a bê nîqaş kirin.
Têkildarî bi Adirbêcanêra, biryarên dadgehê yên têkildarî tepeserkirina xwepêşandanan û girtina parêzvanên mafên mirovan, kêmasîya lênihêrîna bijîşkî di girtîgehê de, binpêkirina mafên serlêderan yên nepenî û îfadeya azad, girtina pêş dadgehê wekî cezayê çavdêrîya hilbijartinê yan jî çalak, xebatên civakî-sîyasî hatin nirxandin.
Hêjayî gotinê ye ku komîtêya wezîran her wiha li ser “doza Mûkûçyan û Mînasyan li dijî Adirbêcanê û Macarîstanê” (li ser kuştina serbazê ermenî Gûrgên Margaryan ji alîyê Ramîl Safarov) “Piştî koçkirinê li derveyî welat li Adirbêcanê pêk hat”.
Li gorî peymana mafên mirovan ya Avropayê, biryarên dadgeha mafên mirovan ya Avropayê mecbûrî ne.







