“Ermenîstanê kifş bikin: çand, xweza, şaristanî, mîrat” konferansa li Konsêya Avropayê

Li Konsêya Avropayê konfêransa “Ermenîstanê kifş bikin : çand, xweza, şaristanî, mîrat” armanca wê ew bû ku Ermenîstanê raberî xebatkarên sazîyên avropî bikin. Yek ji organîzatorên konfêransê yek ji sendîkayên sereke yên kar û barê sîvîl ya fêdêrasyona kar û barên sîvîl ya avropî ye, ku berpirsîyarîya xwe ya civakî li derveyî berjewendîyên bilez tekez dike. Piştî tiştên ku hatin serê gelê ermenî, bi taybetî jî li ser ermenyên Arsaxê,fêdêrasyon ji ber ku di mijarên mirovahî de gelek hestîyar bû, bi vê konfêransê hewl da ku piştgirîya xwe dîyar bike da ku karesata mirovî nebe qurbanîya sîyasetê û neyê jibîrkirin.
Li gorî peyamnêrê “Armênprêss” ê yê Bryûsêlê, axaftvanê sereke yê forûmê Andrê Malêzê bêlçîkî bû, ku li gorî gotinên xwe, berîya belavbûna vîrûsa koronayê tu tişt derbarê Ermenîstanê de nizanibû. Andrê Malêz di konfêransê de bi kurtî, lê bi berfirehî, dîrok, ziman, çand û pirsgirêkên ontolojîk yên Ermenîstanê yên ku li ser milê ermenî û welatê Ermenîstanê giran in, raber kir.
Ji bo gelek ji beşdaran, ev konfêrans bi rastî agahdarîya pêşin bû li ser Ermenîstan û gelê ermenî, wekî ku berê ji bo Andrê, ku bi hizkirina xwe ya ji dîrokê re, dorpêça girêdaneke dîrokî ya muhtemel ya di navbera Bêlgîyayê û Ermenîstanê de, anîbû Ermenîstanê.
Serdana Andrê ya yekem ya Ermenîstanê bi şerê duyemîn yê Arsaxê re bû. Xemsarîya berbelav ya li himber tiştên ku hatin serê ermenîyên Arsaxê, bêçalakîya sîyasî ya navneteweyî û neheqî, Andrê neçar kir ku di van çar salên dawî de 10 caran seredana Ermenîstanê bike. Her carê bi înîsîyatîveke nû ya alîkarî û piştgirîyê, lê hertim bi kurê xwe re.
Konfêransê de, Andrê Malêz got ku di seredana yekem de kurik 4 salî bû, niha ew 7 salî ye.
“Di van sê salan de bi saya hevalên me yên ji Arsaxê û Ermenîstanê gelek tişt bi dest xist û hîn bû. Ecêb e ku ew ji xwe dizane çend peyvan bi ermenî bixwîne” Andrê bi serbilindî got ku piştgirîya Ermenîstanê û ermenîyan ji bo wî girîng e, ji ber ku di van 3 salên dawî de gelek ermenîyên ji Arsaxê û Ermenîstanê pê re bûne xwîşk û bira.
“Wek ku ew beşek ji malbata min in. Ez her tim kêfxweş im ku derfeta min heye ku ez dengê hevalên xwe yên ermen yên ji Arsaxê û Ermenîstanê li Avropayê bidime bihîstin , lema ez soza xwe ya ji bo wan bi cîh tînim”,-Andrê daye kifşê.
Xortê bêlçîkî, ku ji xwe hema li Ermenîstanê pispor e û gelek caran Ermenîstanê di der-dorên cuda yên Bêlçîkayê de raber dike, rêxistina Via-Via ava kir, ku armanca wî ya sereke alîkarîya însanî ye. Ji bo ermenîyên Arsaxê yên ku bi destê zorê hatine koçberkirin, çend bername pêk anîne û îsal havînê jî bi beşdarîya zarokên gundên ser sînor konserekê saz dike.
Armanca sereke ya axaftina Andrê Malêz ew bû ku ji kesên ku ji bo beşdarbûna konfêransê hatibûn, nîşan bide ku ermenîbûn hem xweş û hem jî bi êş e, hem jî wan xwest ku herin Ermenîstanê.
Dawîya konfêransê de, bi dehan amadebûyan derfeta tamkirina xwarin û şîrîntirîn xwarinên ermenî, şerab û konyakê dîtin.







