Heger Pûtîn li Ûkraîynayê ser bikeve, rîskeke rast heye ku sazîyên din yên avtorîtar jê îlhamê bigirin: Stoltênbêrg

Sekrêtarê giştî yê NATO ê Yêns Stoltênbêrg derbarê şerê rûsa-ûkraîynayê de axivî.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, Stoltênbêrg piştî hevdîtina bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re li Yêrêvanê daxuyanî da.
“Şerê Rûsîyayê yê li Ûkraîynayê bîreke hişyar e ku em nikarin aşitîyê binirxînin. Ez bi xêrhatina hevgirtina we ya bi Ûkraîynayê re dikim û bang li hemî hevkaran dikim ku her tiştê ku ji destê wan tê bikin da ku nehêlin Pûtîn di şerê xwe de serbikeve”,- ewî gotîye.
Stoltênbêrg anî ziman ku rewşa li qada şer hîna dijwar e, lema pêwîst e piştgirîya ji Ûkraîynayê re bê zêdekirin, ne kêmkirin.
“Eger Pûtîn li Ûkraîynayê bi ser bikeve, rîskeke rast heye ku êrîşên wî li wir nesekinin û sazîyên din yên avtorîtar jî jê îlhama xwe bigirin”,- sêkrêtarê giştî yê NATO ê gotîye.







