H’emû nûçeSereke

Bild: li Ermenîstanê alman li ser sînorê Adirbêcanê û Tirkîyayê cil û bergên fezayê û robotên fezayê dicêribînin

Lêkolînerên alman yên ji Wyûrsbûrgê li Ermenîstanê cil û bergên fezayê û robotên fezayê diceribînin, Bild radigihîne.

Li gorî lêkolînerên alman,topografîya Ermenîstanê herî zêde dişibihe topografîya Marsê, ji ber vê yekê zanyaran biryar dan ku robotan li wir ji bo mîsyonên fezayê yên pêşerojê biceribînin.

Koma lêkolînê ya Wyûrsbûrgê wê heta serê meha nîsanê li gundê Armaşê yê li ser sînorên Adirbêcanê û Tirkyayê bimîne. Du robotên taybet wê li vir bên ceribandin, ku dê nexşeyek 3D ya herêmê çêbikin. Wekî din, lêkolînerên alman celebên nû yên cil û bergên ku ji bo hewaya Marsê hatine çêkirin (ji kêmbûna 133 dereceyî heya plyûs 27 dereceyî) ceribandine.

Pispor texmîn dikin ku ewê bi qasî 15 sal derbas bibe ku mirov  cara yekem lingê xwe daynin ser Marsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button