H’emû nûçeSereke

Derheqa  xerîtada niha di navbera Ermenîstanê û  Adirbêcanêda tu qayîlî tune:Paşînyan

Derheqa  xerîtada niha di navbera Ermenîstanê û  Adirbêcanêda tu qayîlî tune. Qayîlî heye wekî li ser bingeha elametîya Alma Atayê, Adirbêcan û Ermenîstan axa hevdu nas dikin û femdarî heye wekî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê şuxulkarîya dîyarkirina sînora pêk bê û bingeha wêye sîyasî gerekê dêklarasîya Alma Atayêbe.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê dayîna bersiva pirsa Gêxam Manûkyanê parlamêntvan gotîye, yê ku pirsîbû, ku gelo dokûmênt yan jî xerîta konkrêt bona dîyarkirina sînora heye, yan  na.

“Elametîya li Alma Atayê qebûlkirî nabêje ku sînorên nû gerekê sazkin, lê ew dide kifşê wekî sînorên yekîtîya Sovyêtêye here dawî li ser erdê bidine kifşê”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button