H’emû nûçeSereke

Li Qirqizstanê 5 welatîyên Adirbêcanê ku plana  kuştinê  li dijî rêveberîya welêt dikirin, hatin girtin

Komîtêya dewletê ya ewlehîya neteweyî ya Qirqizstanê derbarê girtina 5 welatîyên Adirbêcanê ku endamên komeke sûcên navneteweyî ne, daxuyanîyek da.

Li gorî daneyên qulixdarîya taybet, wana plan dikir ku li dijî serokatîya komarê kuştin pêk banyana, “Moskovskî komsomolês” ê ragîhandîye.

Di belgeyê de hatîye gotinê ku V.M. Elîyêv, S.A.Baxayrov, M.O.Asxarov, M.S.Bêhbûdrov û Z.Î.Mamêdov hatine girtin. Li gorî qanûnê yên Qirqizstanê, Asxarovê girtî, ku di cîhana sûc de xwedan statûya bi navê “boger” e, ji ber sîyaseta çalakvanan ji bo organîzekirina sûîqestekê li dijî rêveberîya welêt hatîye Qirqizistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button