Nava cêrga welatên herêmêda Ermenîstan dikeve nava wan welata, li kîderê dereca xirabkarîyê nimize û cîhê ewlindane: wezîrê karên hundur

Li gorî şirovekirinên derheqa dereca xirabkarîyêye li temamîya dinîyayê, Ermenîstan dikeve nava cêrga 137 welata û cîhê nehadaye, lê nava cêrga welatên herêmêda cîhê ewlindaye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda, wextê civîna komîsîya parlamêntêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê,wezîrê Ermenîstanêyî karên hundur Vahê Gazaryan gotîye, dema ku ewî derheqa raporta encamên sala 2023 a da raber kirîye.
“Li gorî şirovekirinên derheqa dereca xirabkarîyêye li temamîya dinîyayê, Ermenîstan dikeve nava cêrga 137 welata û cîhê nehadaye, lê nava cêrga welatên herêmêda cîhê ewlindaye. Nava pênc welatên ewlindanin Qeter, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Tayvan, Oman û Zêlandîya Nû.Piştî Honkongê, Japonê, Slovênîyayê navê Ermenîstanêye, lê cîhê dehada Gurcistane”,- Vahê Gazaryan gotîye.







