Em beşdarî hevdîtinên li ser dereca bilind, yên Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nabin, lê biryara jî bilok nakin: Paşînyan

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, bi qîmetkirina me, borcdarîyên xweye goveka ewlehkarîyê, yên hindava Komara Ermenîstanê neqedandine, bi taybetî salên 2021 ê û 2022 a. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî rojnama yûnanîye “Kathimerini” yê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
“Bi praktîkî encama wê yekê ewe wekî me beşdarbûna xweye nava organîzeyêda qerimandîye.Ji îlona sala 2023 a da nûnerê meyî li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tune.Em beşdarî hevdîtinên li ser dereca bilind nabin, lê em biryarên organîzeyê jî bilok nakin”,- ewî gotîye.
Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bona îzbatkirina pêwandîyên kardar û pêşxistina wan vekirîye û li ser wê tabîyêye ku li herêmê aşîtîya qewîn û wededirêj îzbatbe.
“Bi vê armancê jî em pêwandîyên xweye ewlehkarîyê dikine yên piralî”,- Paşînyan gotîye.







