H’emû nûçeSereke

Hevdîtina mayîn, ya platforma “3+3” dikare îsal pêk bê: baylozê Îranêyî li Rûsîyayê

Hevdîtina mayîn, ya platforma  “3+3” dikare careke mayîn îsal pêk bê. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Rûsîyayê Kazim Celalî gotîye News.ru  ê.

Dîplomat bi hêvîdarî gotîye,wekî Gurcistanê bibe beşdara wê. Ewî ew format çawa ya kardar, ya bona helkirina pirsgirêkên Qafqasîya Başûr hesab kirîye.

“Formata  “3+3” bona helkirina pirsgirêkên herêmê ya here kardare.Ez hêvîdarim,wekî îsal careke mayîn hevdîtina nû wê pêk bê”,- Celalî gotîye.

Baylozê Îranê bîr anîye wekî hevdîtina berî vê sala par li Têhranê pêk hatîye.Ewî ew hevdîtin çawa ya açix nav kirîye û serda zêde kirîye,wekî tevlîbûna welatên başqe ne tenê hal dide sertkirinê, lê usa jî êskalasîya li Qafqasîya Başûr dide gurkirinê.

“Heyîna welatên mayîn pêşîya helkirina pirsa digre.Şeş welatên vê herêmê, Rûsîya, Tirkîya, Îran, Adirbêcan, Ermenîstan û Gurcistan pisporên vê herêmêyî herî başin, lê ne ku welatên mayîn”,- Celalî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button