H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina tevî sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wezîrê Fransîyayêyî karên der derheqa yekîtîya axa Ermenîstanê û gefxwerinên ji alîyê Adirbêcanêda xeberdaye

Wezîrê Fransîyayêyî karên der Stêfan Sêjûrnê li Parîzê, wextê hevdîtina tevî sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên,wextê prêss-konfêransê,  derheqa gefxwerinên ji alîyê Adirbêcanêda, yên  hindava yekîtîya axa Ermenîstanê xeberdaye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda baylozê Fransîyayê Olîvîê Dikotînî rûpelê xweyî X ê da nivîsîye.

“Me  aminaya xwe, ya hindava yekîtîya axa Ermenîstanê îzbat kirîye, ya ku niha ji alîyê Adirbêcanêda dikeve bin şikberîyê û îzinê bidin bêjin, ku em bo wê yekê çiqasî nerihetin, bi hesabhildana wê yekê wekî axaftinên Adirbêcanêye agrêsîv îdî nayêne kontrolkirinê”,- Sêjûrnê gotîye.

Sêjûrnê bi xemgînî derheqa wê yekêda xeberdaye wekî înformasîyayên nerast ji Bekûyê tên belavkirinê û merem ewe, ku cabdarîya êskalasîyayê bidine ser Ermenîstanê.

Ewî bang kirîye ku şeş meha berî civîna li Bekûyê, guhdarîyê bidine ser vê pirsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button