H’emû nûçeSereke

Konsêya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî biryara “Pêşîlêgirtina qirkirinê” ya ku Ermenîstanê  raber kiribû qebûl kir

3 ê nîsanê, di rûniştina 55 a ya konsêya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de, biryara “Pêşîlêgirtina qirkirinê” ya ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatibû raberirin, bi lihevhatinekê hatibû qebûlkirin. Derheqa vê yekêda ji wezîreta karên der ragîhandine.

Li ser bingeha peymana pêşîlêgirtin û cezakirina sûcên gênosîdê, biryarnameya du salane bala welatên endamên Neteweyên Yekbûyî dikşîne ser metirsîyên dubarebûna vê tawanê û pêwîstîya rêgirtina li wan.

Di metna biryarnameyê ya îsal de, li ber çavan kêşeyên hevdemî, li ser hişyarîya zû û metirsîyên bi gênosîdê re xalên girîng hatin zêdekirin. Bi taybetî metirsîyên wiha di nav xwe de bikaranîna şerên çekdarî ji bo pêkanîna gênosîdê û nepejirandina birçîkirina xelkê sîvîl wek navgîneke qedexekirina şer dihewîne.

Di vî warî de, ku di biryarnameyê de bi taybetî behsa rola dîwana edaletê ya Navdewletî di mijarên pêşîgirtin û cezakirina tawanên gênosîdê de hatîye kirin, girîng e.

Ji ofîsa komîserîya bilind ya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku her du welatên endam, şêwirmendê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo pêşîlêgirtina gênosîdê, sazîyên peymanê, prosedûrên taybet, civaka sîvîl, sazîyên mafên mirovan yên neteweyî, akademî û sêktora taybet teşwîq bike.

Her weha girîng e ku bê zanîn ku biryara “Pêşîlêgirtina qirkirinê” ya ku ji hêla Ermenîstanê ve hatîye  raberkirin piştgirîyek berfireh digire. Ew ji alîyê welatên ku endamên her pênc komên herêmî ne, bi hev re hatîye nivîsandin”,-wezîreta  karên der ragîhandye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button