H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarê konsêya ewlekarîya Ermenîstanê wê li Swêdê, Fînlandîyayê û Lîtvayê hevdîtinên xebatê pêk bîne

Şanda di bin serokatîya sêkrêtarê konsêya ewlekarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan de wê li paytextên Swêdê, Fînlandîyayê û Lîtvayê hevdîtinên xebatê pêk bîne.
Biryara 4 ê nîsanê, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ya li ser sefera kar, li ser malpera hukumatê hatîye weşandinê. Seredana li van hersê welata wê hetanî 12-ê nîsanê berdewam bibe.







