H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanê swêdî bangî dinîyayê dike ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê û îzinê nedin ku Adirbêcan  halê li herêmê bide sertkirinê  

Parlamêntvanê swêdî Êrîk Hêlsborn bangî dinîyayê dike ku dîna xwe bidine bûyarên li Kafkasîya Başûr û piştgirîyê bidine Ermenîstanê,bidine kifşê wekî tu kes wê qebûl neke û îzinê bide Adirbêcanê ku ew halê li herêmê bide sertkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprss” ê, derheqa wê yekêda parlamêntvanê swêdî rûpelê xweyî  facebook ê da nivîsîye.

“Nava rojên hêsabûnêda leşkerên azêrî tabîyên ermenîyaye ser sînor çend cara dane ber gula.Ev yek tê bêjî dide kifşê, ku ew dixwezin qewat û stratêjîya xwe bidine kifşê, bo ku bersiva wê yekê hebe û wê yekê bona  afûkirina zordarîya mezin bidine xebatê. Roja sêşemê tevî çend hevkarên xwe me ew bûyar gotûbêj kirine û min gote wan wekî dibek Adirbêcan nava sê rojada sînor biteribîne.Ew yek hê neqewimîye.Dinîya der gerekê dîna xwe bide Kafkasîya Başûr, piştgirîyê bide Ermenîstanê û bide kifşê,wekî ewê êskalasîya ji alîyê Adirbêcanêda qebûl neke”,- Hêlsborn nivîsîye û serda zêde kirîye,wekî meriv nikare hêvîdarbe wekî Elîyêvê dîktator wê bi rehmbûna ruhanî ji wê yekê dûr bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button