H’emû nûçeSereke
Dijware girîngîya pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê zêdetir qîmetkin: Dmîtrî Pêskov

Dijware girîngîya pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê zêdetir qîmetkin,Yêrêvan hevkara Moskvayêye nêzîke.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ajansa TASS ê ragîhandîye û xeberên berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov raber kirine.
“Hûn zanin wekî Ermenîstan hevkara meye nêzîke, tifaqdara meye.Formatên întêgrasîyone pircûre me dighînine hevdu, yên mînanî Hevalbendîya Welatên Serbest, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û yên mayîn, û usa jî pêwandîyên dîrokîye dualî, pêwandîyên hûmanîtarî, girîngîya kîjanî dijware zêdetir qîmetkin”,- Pêskov gotîye.







