H’emû nûçeSereke
Ermenîstan dixweze li Rasta Sîlîkonê nûnertîya xwe veke
Ermenîstan têra dibîne ofîsa têknolocî, li Rasta Sîlîkonî veke.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Mxîtar Hayrapêtyan gotîye rojnamevana.
Ewî bi hêvîdarî daye dîyarkirinê,wekî wê li hev bê wê fikirê bidine mîyaserkirinê.
Bi gotina wî, bi saya wê yekê mecala Ermenîstanê wê hebe rêsûrsên têknolocî, yên hemcîhanî bide xebatê, hevkarîya navneteweyî bidine pêşxistinê, pêşkeftina merkezên têknolocî bidine lezêxistinê û Ermenîstan nava goveka têknolocîyada çawa lîstikçîya global bê raberkirinê.