H’emû nûçeSereke

Hevraxeberdanên du roje li Alma Atayê: cudahî berdewam kir

Gera duyem ya hevraxeberdanenên wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Alma Atayê berdewam kir. Hevdîtinên du rojan ji berê ve hatibûn plankirin. Mîrzoyan û Bayramov li ser reşnivîsa rêkeftina aştîyê gotûbêj kirin, lê di roja yekem ya civînê de Ararat Mîrzoyan dîyar kir ku mimkûn e tenê bi wê rojevê nemînin.

Ne tenê vekoler vê civînê pir sembolîk dibînin. Wezîrê Ermenîstanêyî  karên  der bixwe jî li ser vê yekê axivî û Bayramov bi bîr xist ku ew li wir, li heman avahîyê, li “Mala dostanîyê”, ku  sala 1991 de li hev civîyane, dêklêrasîyona Alma Ata hat îmzekirin.

Di hevdîtinên du rojan yên Alma Atayê yên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der de tiştek bi wate nîne. Texmînên der barê pêvajoya  hevraxeberdan de niha ji hêla “tehsîra yekem” ve ji vîdyoyên hatine weşandin, daxuyanîyên di axaftina destpêkê de, atmosfêra sîyasî ya bi mûzakereyan re û peyamên fermî yên ku têne belavkirin têne çêkirin.

Xebata herî dirêj ya  hevraxeberdanên 2 rojan yên di navbera Mîrzoyan û Bayramov de, roja yekem bû, 10 ê gulanê. Wezîran wê rojê 4 sehetan hevra xeberdan. Gelekan di destpêkê de bala xwe da daxuyanîya jêrîn ya wezîrê der yê Ermenîstanê:

“Bi rojeva peymana aştîyê re sînordar nemînin û ji bo rakirina blokên veguhestinê yên li herêmê hê bêtir biçin”. Ev gotin-pêşnîyara wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan têra wê yekê kir ku bi peymana aştîyê pirsgirêkên dorpêçê çareser nake. Ev mijara berjewendîya gêopolîtîk, di rastîyê de mijarek e ku di pakêtek cuda de bê çareser kirin.

“Alyan li hev kirin ku danûstandinên li ser mijarên vekirî yên ku hîna nakokî hene berdewam bikin”.

Ev daxuyanî ji alîyê wezîreta Ermenîstanêye karên der ve hat belavkirin.

Pisporê pirsên herêmî Armên Pêtrosyan bi bîr dixe ku ji destpêka hevraxeberdanên bi Adirbêcanê ve, Ermenîstanê 3 armancên bingehîn hebûn, yek ji wan jî, mijara dabînkirina ewlehî û mafên gelê Arsaxê, xuya ye ku derketîye holê, rojeva piştî êrîşa îlonê. Xuya ye ku mijara vegera ermenîyên Arsaxê hêj nehatîye rojevê. Rakirina rêwîyan ya bi mantîqa “korîdorê” ya ku alîyê Adirbêcanê tim qala wê dike, hinekî cîhê nîqaşê ye.

 “Niha pêvajoyên sînordarkirin û rakirina qenalên herêmê mane. Ez bawer nakim ku Adirbêcan di vê gavê de ji bo rakirina êmbargoyê amade be tawîzeke bingehîn bide. Ya, di warê sînordarkirinê de, ji ber ku pêvajo pir herik e, dibe ku hin protokolên lihevkirinê yên dualî hebin ku nîşan bidin ku danûstandinên dualî hîn jî dikarin ji danûstandinên navbeynkar bi bandortir bin. Niha ez difikirim ku Adirbêcan dikare li vir lihevhatinekê bike da ku nîşan bide ku danûstandinên dualî çêtir in, em bi Ermenîstanê re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha Ermenîstanê razî dike ku dev ji îsrara xwe ya di danûstandinên di formatên navbeynkarîyê de berde”.

Di warê atmosfêra sîyasî ya li gel hevraxeberdanên Ermenîstanê-Adirbêcanê yên li ser asta wezîrên derve de, mirov dikare van tiştan ji hev cuda bike: hevraxeberdan yekser piştî serdana serokwezîrê Ermenistanê ya Moskvayê pêk tên.

Ger em bûyeran bînin bîra xwe, mirov dikare bêje ku ji cotmeha sala 2023 a û vir ve, piştî ku Adirbêcanê danûstandinên Grandayê boykot kir, alîyê Adirbêcanê bi hemû hêza xwe hewil da ku li ser platformên nû dest bi danûstandinan bike, xwe ji platformên rojavayî dûr bixe. Piştî Granadayê, Adirbêcanê pêşnîyara hevdîtinên Bryûsêlê û Waşîngtonê red kir, di sala 2024 a de li Bêrlînê di asta wezîrên derve de civînek hat lidarxistin, lê belê tu encam derneket. Di wê demê de Adirbêcanê di çarçoveya formata “3+3” de li ser  hevraxeberdanan îsrar kir. Formata Rûsyayê jî ji bo Bakûyê hat qebûlkirin. Partî jî çûn Tibîlîsê û bi rêya rayedarên Gurcistanê hewl dan ku hin pêvajoyê bidin destpêkirin. Di dawîyê de, Armatî çêbû, ango platformeke nû ya Qazaxistanê hate efirandin.

Di vê wateyê de pisporê mijarên herêmî texmîn dike ku ev platforma nû di berjewendîya Bakûyê û Moskvayê de ye. Lê alîyê din yê pirsê jî heye:

 “Li vir tişta herî girîng rojeva danûstandinan e. Eger ew rojev ew rojeva ku li ser platformên rojavayî hatîye avakirin, ango belgeya Granadayê be, ku divîyabû bihata îmza kirin û nehatiba îmzekirin, û pêvajoya nû ya danûstandinan di çarçoveya wan prînsîpan de be, bêguman ez wisa difikirim ku ev yek di berjewendîya him ji alîyê ermenîyan ve, di heman demê de bi Rojava re jî nêzîkbûnek heye.

Ji ber ku agahîya me tune ye, em nikarin teqez bibêjin. Yanî ji alîyê formê ve dibe ku zêdetir nêzîkî berjewendîyên Adirbêcanê û Rûsyayê be, lê ji alîyê naverokê ve jî nêzîkî berjewendîyên Ermenîstanê û ji ber vê yekê jî nêzîkî berjewendîyên rojavayî be. Di her rewşê de, rewş pir tevlihev e û belkî ya herî girîng li vir ne encamên danûstandinan e, lê pêvajoya ku heye. Lê divê alîyê ermenî herî kêm li dij derkeve û rê nede pêvajoyeke bi vî rengî ku nêzîkatîyên herî olî yên Adirbêcanê vedihewîne”.

Di dema danûstandinan de, yekane tişta ku dikare ji tawîzên Adirbêcanê bê cuda kirin, lihevhatina behskirina danezana Alma Atayê ye, ku lê dîsa jî garantî nekiriye.

Herî dawî Mîrzoyan û Bayramov di meha sibatê de li Bêrlînê danûstandin kiribûn. Di wê demê de, partîyan encamek berbiçev tomar nekir. Lê belê di dema ji Bêrlînê heta Alma Atayê de, alîyan li ser pêşnûmeya peymana aştîyê bi hev re guvtugo kirin, di çarçoveya sînordarkirinê de hin dever jî bi hev re pûç kirin û gelek koordînatên erdnîgarî dîyar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku  hevraxeberdanên Alma Atayê him ji Rûsyayê him jî Rojava pêşwazî kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button