H’emû nûçeSereke
Baylozê Fransîyayê derheqa hevkarîya tevî Ermenîstanê xeberdaye

Fransîyayê tevî Ermenîstanê nava goveka parastinêda hevkarî pêşda kişandîye û ew yek nava pêwandîyên tevî herdu welatada tiştekî nûye. Derbarê wê yekêda, baylozê Fransîyayê Olîvyê Dêkotînî gotîye radyoya “Azaî” ê.
Bi gotina bayloz, nava çend mehêd dawîda, di navbera herdu welatada cêrge pevketin hebûne.Berî her tiştî gilî derheqa sîlihên xweparastinêdane ku bidine Ermenîstanê, bona ku ew cimet û welatê xwe biparêze. Ya duem ewe, wekî hêzên ermenî yan li Ermenîstanê, yan li Fransîyayê bên perwerdekirinê.
Bayloz serda zêde kirîye,wekî xêncî dayîna sîlihên xweparastinê, Fransîya û Ermenîstan nava pirsên perwerdê û şêwirdayînêda hevkarîyê dikin.







