
Serok Mesûd Barzanî 13 ê gulanê pêşwazî li şandeke navenda fransî bo lêkolînên li ser Îraqê kir ku ji professor Mîçel Vîvorca, profêssor Fabrîcêl Balançê, Marîûs Exposîto, Tîalî Yîlman û Adil Baxewan pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan pêzanîna wan bo qurbanîdan û berxwedana gelê Kurdistanê di xebat û bêwestanîya ji bo bidestxistina azadîyê hebû û rola serok Barzanî di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de bilind nirxand. Herwiha pesinê ferhenga pêkvejîyanê û parastina pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê da.
Her di vê hevdîtinê de, rewşa sîyasî, pêşhat, gef û metirsîyên li Îraqê û navçeyê, hevkêşeyên herêmî û navdewletî û herwiha rewatî û paşeroja doza gelê Kurdistanê û aramîya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Girêdayî bi mafên gelê Kurdistanê de, serok Barzanî ji bilî şîrovekirina rehendên dîrokî, sîyasî û yasayî yên rewatîya doza gelê Kurdistanê li Îraqê û navçeyê û herwiha têkoşîna gelê Kurdistanê ji bo parastin û pêşvebirina doza xwe, tekez li ser wê yekê kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi şer, înkar û hewlên jinavbirina gelê Kurdistanê tu encamek bidest nexistîye û baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di nav de jî pirsgirêka gelê Kurdistanê li herêmê, têgihîştinê, aşîtî, rêkarên dêmokratîk û dîyalog e.
Serok Barzanî amaje bi wê jî da, bi dirêjahîya dîrokê, gelê Kurdistanê daxwaza aşîtî, pêkvejîyan û hevbeşîyê kirîye û tu carî destpêşxerê şer û alozîyan nebûye.







