H’emû nûçeSereke

Em li benda biryara Yekîtîya  Avropayê ne ku Ermenîstanê bikeve nava fona aştîyê ya Avropayê: Paşînyan

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Paşînyan dîyar kir ku Yêrêvan niha bi kelecan li benda biryara Yekîtîya Avropayê ye ku Ermenîstanê bikeve nava fona aştîyê ya Avropayê.Paşînyan her wiha hêvî xwest ku danûstandinên bi Yekîtîya Avropayê re li ser serbestkirina vîzayan dest pê bikin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokwezîrê Ermenîstanê derheqa wê yekêda, di çarçoveya  li Kopênhagênê gotîye.

 “Hûn zanin ku Ermenîstan endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv e. Niha em bi awayekî fermî endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv in, lê min ragîhand ku me beşdarbûna xwe qerimandîye”,- Paşînyan destnîşan kir ku pirsgirêk û qeyrana têkilîyên navbera Ermenîstanê û rêxistinê ji dema ku leşkerên Adirbêcanê êrîşî Ermenîstanê kirin derketîye holê û li gorî rêgezên rêxistina Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv divê welatên endam di vê rewşê de piştgirî û alîkarîya Ermenîstanê bikin.

“Lê piştî daxwazên fermî jî, Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv   red kir ku gavên berbiçav bavêje û bi rastî jî sedema sereke ya ku me beşdarbûna xwe di xebatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  de di hemû astan de qerimandîye”,-serokwezîr elam kirîye.

Serokwezîr Paşînyan li ser pirsa modêratorê ku gelo di bin ronahîya van bûyeran de gelo Yêrêvan li bendê ye ku Rojava ewlehîya Ermenîstanê dabîn bike yan na? Serokwezîr Paşînyan wiha bersiv da:

 “Hûn zanin, sîyaseta me ew e ku em têkilîyên xwe yên derve di her warî de cihêreng bikin. Niha em bi Hindistanê, Fransîyayê û welatên din re di warê ewlehîyê de hevkarîyê çêdikin, û niha jî hin hevkarîyên me bi Yekîtîya Avropî re hene, ji ber ku wek min got, em kêfxweş in bi şandina çavdêrîya avropî, çavdêrîya sîvîl”,- Paşînyan got, ew erkekî sîvîl e, lê ji alîyê din ve, ev yek ji bo ewlekarîya herêmê faktoreke nû ye û ev yekem car e ku Yekîtîya Avropayê bi awayekî din dike, di rojeva ewlekarîya Ermenistanê de cîh girtîye.

Serokwezîr Paşînyan anî ziman ku Ermenîstan niha bi kelecan li benda biryara Yekîtîya Avropayê ye ku Ermenîstanê bikeve nava fona aştîyê ya Avropayê.

“Em hêvî dikin ku danûstandinên serbestberdana vîzayê dest pê bikin. Û par jî min li parlamêntoya Avropayê ragîhandibû ku Ermenîstan amade ye bi qasî ku Yekîtîya Avropayê mimkûn dibîne nêzîkî Yekîtîya Avropayê bibe”,-serokwezîr got û bal kişand ku ev helwesta Ermenîstanê ye û niha jî heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button