H’emû nûçeSereke
Ajansa fransîye pêşketinê têra dibîne bernamên hevkarîyê, yên tevî hukumata Ermenîstanê bide berfirehkirinê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan cîgirê serokê ajansa fransîye pêşketinê, Bêrtran Valkênayêr qebûl kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Nîkol Paşînyan hevkarîya tevî ajansa fransîye pêşketinê bilind qîmet kirîye û bi hêvîdarî gotîye,wekî pêşerojêda ewê diha pêşda here û derbazî govekên nû bibe.Nîkol Paşînyan gotîye,wekî Ermenîstan hewaskare ku hevkarîya tevî Fransîyayê nava hemû govekada bide kûrkirinê û berfirehkirinê.
Bêrtran Valkênayêr gotîye,wekî ajansa wan têra dibîne hemû bernamên tevî hukumata Ermenîstanê bide berfirehkirinê, piştgirîyê bide pêşketina sîstêmên Ermenîstanêye cuda-cuda.







