H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û cîgirê serokê komîsîya Avropayê derheqa projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da xeberdane

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên kirîn-frotanê, cîgirê serokê komîsîya Avropayê Valdîs Dombrovskîsî qebûl kirîye.

Serokwezîr seredana mêvanê ji Avropayê silav kirîye û razîbûna xwe bona hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê elam kirîye.

Nîkol Paşînyan derheqa girîngîya hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê, ya Ermenîstanê, Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û usa jî pevketinên wî çaxî destanî girîng hesab kirîye.

Serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî hukumata Ermenîstanê bernama derheqa piştgirîya hindava cimeta Qerebaxêye bi destê zorê derxistî qebûl kirîye.

Nûnerê Yekîtîya Avropayê daye dîyarkirinê,wekî li gorî encamên hevdîtina li Bryûsêlê, Yekîtîya Avropayê wê piştgirîyê bide pêşketina êkonomîka Ermenîstanê. Valdîs Dombrovskîsî serda zêde kirîye,wekî ew tevî hevkarên Ermenîstanê bernamê êkonomîkî û învêstîsîyon amade dikin.

Xeberdan usa jî derheqa pêvajoya cudakirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêda, vekirina rêyên herêmî, projeya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” da, xeberdane. Fikir dora pirsên herêmî û ewlehkarîyêda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button