Mîrzoyan û Grossî pirsên rojeva Ermenîstanê û ajansa ênêrgîya atomî ya navneteweyî tevî serokê ajansê Rafayêl Grossî gotûbêj kirine

Hevdîtin nava çarçoveya seredana xebatêye li Vîênayê pêk hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Wextê hevdîtinê, bi razîbûn derheqa hevkarîya di navbera herdu alîyada û dînamîka aktîvda axaftin çûye.
Cêrge pirsên rojeva wê hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê.Bi hesabhildana bûyarên niha û rola ênêrgîya atomî, derheqa beşdarîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der, ya nava hemcivîna li Vîênayê û girîngîya axaftina wîda hatîye dîyarkirinê. Fikir dora govekên ênêrgêtîkayê û saxlemîxweykirinê hatine pevguhartinê.
Xeberdan usa jî derheqa ewlehîya hevkarîya atomîda, pêşnîyarên kirî û normên anegorda çûye.Ararat Mîrzoyan gotîye,wekî Ermenîstanê, bi hesabhildana girîngîya êrnêrgîya atomî û berjewandîyên miletîyê, mecalên anegor bona dirêjkirina jîyana stansîya atomî, ya hetanî sala 2036 a, daye dîyarkirinê. Nava vê hemtêkstêda, Mîrzoyan derheqa piştgirîya ji alîyê ajansa atomîye navneteweyîda û hevkarîya dualîda xeberdaye.







