Ararat Mîrzoyan û Jozêp Borêl fikir dora pirsên herêmî pevguhartine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî cîgirê serokê komîsîya Avropayê, wekîlê Yekîtîya Avropayêye pirsên karên der û ewlehkarîyê, Jozêp Borêl qise kirîye.Wextê qisê dorana pirsaye berfireh hatîye gotûbêjkirinê.
Nava hemtêksta hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê girîngîya mîyaserkirina bernamên hevkarîya dualî hatîye dîyarkirinê. Xeberdan derheqa hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê û usa jî gavên bona rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê çûye.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa girîngîya birîyara derbarê dîyaloga azakirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda gotîye.
Xeberdan usa jî derheqa rojeva pêşerojêda çûye.
Ararat Mîrzoyan û Jozêp Borêl fikir dora pirsên herêmî pevguhartine. Mîrzoyanê wezîr derheqa pêvajoya pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda raber kirîye. Xeberdan usa jî derheqa pevketinên di navera komîsîyayên herdu alîya û pêvajoya cudakirina sînorada çûye.
Pirsên bona herdu alîya hewaskra jî hatine gotûbêjkirinê.







