H’emû nûçeSereke

Hejmara qurbanîyên lehîyê yên li Lorîyê û Tavûşê gihîştîye  4 kesan

Li Lorîyê û Tavûşê di encama lehîyê de 4 qurbanî hene. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan  di brîfîngekê de ji rojnamevanan re gotîye.

 “Berîya demekê cenazeyê yek ji kesên winda jî hate dîtin. Em dikarin bêjin ku di encama vê karesatê de 4 mexdûrên me hene”,-Sanosyan gotîye.

26 ê gulanê  li herêmên Lorîyê û Tavûşê ji ber barana zêde û herikîna çemên Dêbêdê, Axstêvê û Taşîrê lehî rabû. Di encama lehîyê de mal, avahî  di bin avê de man, rê hilweşîyane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button